Gerînendeyê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrahman ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku, “35 kesên sivîl û 67 alîgirên rejîmê mirin.” Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girtin.

Êrîşên xwekuj ên çeteyan li gundên herêma Suweydayê hatin kirin. Çete li herêma çolê ya Suweydayê ne û ji vê derê êrîşan dikin.

Berpirsê bajarê Suweydayê berê jî daxuyanî dabû AFP’ê û diyar kiribû ku sê êrîşkarên xwekuj bombeyên li ser xwe li bajêr teqandine.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê diyar kir ku yekîneyên artêşê ji bo şikandina êrîşan dest bi operasyonekê kirine. Mala Çavdêriyê ragihand ku li qada çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên hewayî jî hatine kirin.

Wîlayeta Suweydayê nêzî Dera û Kuneytrayê ye. 90 ji sedê Dera û Kuneytrayê ketiye destê rejîmê.