Hate ragihandin ku welatiyeka jin a Swêdî ya 49 salî piştî ku tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bû destûr da kurê xwe ku bibe leşkerê DAÎŞ’ê.

Dadgeheke Stockholmê bi hêceta ku pêşiya kurê xwe yê hê di temenê di navbera 12-15’an deyî negirtiye ku di şer de ji aliyê DAÎŞê ve weke leşker were bikaranîn, di çarçoveya “pêkanîna sûcê şer û binpêkirina yasaya navdewletî” şeş ​​sal cezayê girtîgehê li wê jinê birî.

Zarokê bi navê Johan sala 2017’an di 16 saliya xwe de di şer de hat kuştin. Dadgehê biryar da ku dayîka wê zarokê ragihand ku “ji ber ku li gorî fikrên wê bûye” û “ji bo astengkirina” tevlêbûna zarokê xwe ya nava DAÎŞ’ê “bi rengekî guncav tevnegeriya yeû nexwestiye pêşî lê bigire.” Li Swêdê yekem car dosyaya leşkerekî zarok dibe mijara darazê.