Ji ber salvegera qetilkirin Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme, Kurd û sosyal demokrat wê li ser înternetê konferansa “Kurd û Olof Palme” li dar xistin.
Konferans wê 16’ê Sibatê saet di navbera 14:00-15:30’î de pêk were û axaftina wê ya destpêkê û moderatoriya wê bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Ayşe Goktepe ve bê kirin.
Piştî Goktepe wê bi navê Sosyal Demokratan Hanna Joîko qala girîngiya Palme ji bo gelên Kurd û Swêdê bike.
Piştre wê ji Kurdên ku li dû qetilkirina Palme bûn hedefa zextên polîsan Îbrahîm Ayaz zext û zordariya wê demê ya li Kurdan hate gotin, vebêje.
Qisekerên din ên konferansê wiha ne: Sekretera Giştî ya Navenda Olof Palme Anna Sûndstrom, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg, Rebwar Reşîd ê ku pirtûka li ser jiyana Palme wergerand Kurdî, Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga û Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Anders Osterberg.
Ayşe Goktepe li ser konferansê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Olof Palme ne tenê dostê Kurdan bû, ew dostê gelên bindest hemûyan bû.
Goktepe anî ziman, tevî ku par hate ragihandin ku dosya li ser kuştina Palme hatiye girtin, qetilkirina Palme birîneke mezin di wijdnaê gelên Swêdê û cîhanê de vekir û got, “Li Swêdê û cîhanê gleek kes ji daxuyaniyên serdozger îqna nebûn. Heman piştî kuştina Palme hewl dan ku berpirsyariyê bixin stuyê Kurdan. Ji ber vê yekê Kurd ji mexdûrên destpêkê yên kuştina Palme ne.”
Goktepe bi bîr xist ku heman piştî kuştina Palme zext û destdirêjiya li Kurdan dest pê kir û bi van gotinan nerazîbûn nîşanî zextên li Swêdê li dijî Kurdan tên kirin:
“Swêdê di nava şert û mercên pandemiyê de ciwanekî Kurd ê 23 salî yê di berxwedana Şirnexê de birîndar bû radestî dewleta Tirk kir. Niha jî dixwaze dayika du zarokan Zozan Buyuk a welatiya Belçîkayê dersînor bike. Dixwaze pêwendiya Kurdan a bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re deyne û ceza bike. Eger Olof Palme sax bûya wê polîtîkayên bi vî rengî red kiribûya. Wê bibûya dostê Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşiya.”
Goktepe ji dewleta Swêdê û Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê xwest, ku dawî li hewldanên xwe yên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan bînin.
Panel wê 16’ê Sibatê roja Sêşemê saet di navbera 14:00-15:30’î de li ser vê malperê pêk were:https://cdn.iframe.ly/4Z9RHmP?v=1&app=1