Kurdên Feylî yên li Swêdê di dawiya hefteyê de li Stockholmê hatin ba hev û biryara xwerêxistinkirinê dan.
Bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kurdên Feylî li hev civiyan.
Hevserokê KNK’ê Rewbar Reşît diyar kir ku li Kurdistanê gelek ziman, çand û mezhep hene û ew piştgiriyê didin pêşketina hemû çand û ziman û mezheban. Reşîd bal kişand ser girîngiya ku li Kurdistanê divê ligel hev bijîn.
Endama Konseya Rêvebir a KNK’ê Şehla Hafid jî diyar kir piştî ku rejîma Seddam dest danîbû ser mal û milkên Kurdên Feylî, Seddam ew koçberî Îranê kiribûn. Ji bo rewşa van Kurdên Feylî jî ew di nav hewldanan de ne.
Hafîd diyar kir ku ji bo vê meseleyê ew bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî, Elmanya û Swîsreyê civiyane û got ku “Me ji serokkomarê Iraqê û partiyên siyasî yên Iraqê re qala kêşeyên Kurdên Feylî kirin. Di zagonên Iraqê de mafên kêmneteweyan hatiye mîsogerkirin lê di warê pratîk de ev tişt pêk nayê.”
Hafid diyar kir ku aqûbeta 20 hezar Kurdên Feylî hê jî ne diyar e.
Nêzî 60 Kurdên Feylî tevlî civînê bûn û ji bo kar û xebatan komîteyek hate avakirin a ku 10 kes tê de hene. Di dawiya civînê de encamnameyek hate eşkerekirin a ku tê de daxwazên Kurdên Feylî hene.
Nûnerê KNK’ê yê li Swêdê Ahmet Karamûş jî tevlî civînê bû. Piştî civînê Karamûş ji ANF’ê re axivî û got ku “KNK’ê berê jî li Parlementoya Ewropayê li ser rewşa Kurdên Feylî du konferans li dar xistibû. Di van konferansan de xebatên akademîkên li ser Kurdên Feylî hatibû rojevê. Niha jî me bi vê civînê xwest em karibin Kurdên Feylî bînin ba hev.”