Aktivîteya piştevaniyê li ser banga Konseya Parastinê ya Têkoşîna gelên Îranê (Şûra) ku ji 5 rêxistinên Îranê pêk tê û Komîteya Piştevaniya Tevgera Karkerên Îranê (ÎSAK) ve hate lidarxistin.

Li ser navê ÎSAK’ê Behzad Barkhodaee axivî û wiha got; “Têkoşîna kedkar û karkeran a li dijî rejîma Îslamî ya Îranê her diçe belav dibe û roja 22’ê Îlonê gereva ajokarên qemyonan rejîma Îranê û kapîtalîst xist nava gumanan. Hêzên rejîmê yên tirsonek bi hovane êrîşî grevê kirin. Kesên di grevê de hatin girtin û bi darvekirinê tên tehdîtkirin.”

Barkhodaee wiha jî domand; “Em weke Komîteyên Piştevaniyê destekê didi greva ajokarên qemyonan û em daxwaz dikin ku hemû şifêrên kamyonan bêne berdan. Em banga piştevaniya ji bo hemû kedkar û karkeran li hemû kesê dikin.”

LI DIJÎ REJÎMA ÎRANÊ BERXWEDANEKÎ BI HÊZ HEYE
Li ser navê Konseya Parastinê ya Têkoşîna Gelên Îranê Azad Karîm axivî û wiha got; “Tevî ku li Îranê zext û êrîş li ser karker, kedkar, jin û gelên kêm netew heye dîsan jî li dijî rejîmê berxwedanekî mezin heye.”

Karîm ji bo têkoşîna kedkaran banga piştgiriyê li partiyên siyasî yên Swêd û sendîkayên Îran û hemû parazvanên mafê mirovan kir.

SAC: EM Ê LI GEL KEDKARÊN BERXWEDÊR BIN
Sektreterê Giştî yê Rêxistina Navenda Karkerên Swêdê (SAC) Erîk Bonk jî wiha peyivî; “Karker û kedkarên li Îranê li dijî ‘dîkatatoriyê’ ji bo azadî û nan têdikoşin. Grev û çalakiyên demên dawî dide nîşandan ku têkoşîn û bibiryarbûna xebatkaran wê dawî nebe.”