Operasyon ji aliyê servîsên polîsan ên her du welatan ve li gelek herêman bi hevdemî tê meşandin.

Di operasyonê de ku li dijî mafya ‘Ndrangheta’ ya Îtalyayê hate kirin, 75 kes hatin destgîrkirin, gelek çek, cebilxane û pere hatin bidestxistin. Hate ragihandin ku di operasyonê de milkê ji 169 milyon euroyî hatiye desteserkirin.

Ji kesên hatine destgîrkirin guman tê kirin ku tevlî rêxistineke sûc bûne, pere paqijkirine, alîkarî dane, pereyê sexte bi kar anîne û qanûna li dijî narkotîkê binpê kirine.