Ji bo piştgirîkirina Dayikên Aştiyê yên çalakiya wan a lêgerîna edaletê dikeve hefteya 700’î li bajarên Cenevre, Basel û Zurîhê yên Swîsreyê çalakiyên piştgiriyê hatin kirin.
CENEVRE
Li ser banga Însyatîfa Piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî hatin ba hev û bi mîtîngekê êrîşa polîsên faşîst ên AKP-MHP’ê ya li Qada Galatasarayê ya li dijî Dayikên Şemiyê prtestokirin.
Di çalakiya peyamên nûnerên saziya hate xwendin de, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Her wiha di çalakiyê de piştgiriya bi berxwedêrên Kurd û Tirk ên di zîndanan de jî hate kirin.
Xizma Windayan Dayika Saniye axivî û got: “Êdî bila mirin bi dawî bibe, em aştiyê dixwazin.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê ya bi qasî saetekê û şûnde bi dawî bû.
BASEL
Li ser banga HDK-Basel li stasyona trenê ya navnedê bi kombûna welatparêzî, şoreşger, demokrat, nûnerên saziyan û parêzvanên mafê mirovan çalakiyek ji bo piştgirîkirina Dayikên Şemiyê hate kirin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hildan, belavokên bi zimanê Elmanî ku êrîşa dewleta Tirk şemezar dike hatin belavkirin. Çalakî pişt daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
ZURÎH
Li bajarê Zurîhê jî li pêşiya Dêra St. Jakob bi armanca piştgirîkirina çalakiya Dayikên Aştiyê ya hefteya 700’î çalakiyek hate kirin.
Çalakiya ku Meclîsa Jinan a Bêrîtan, Jina Nû, Bund Sozialitscher Frauen, Demokratische Frauenbewegung, Lila-Rot Kollektive, Mor Verein ve Kampushexen ya li Qada Stûffacherê hate kirin tevlî bûn, di axaftinên li ser navê jinan hate kirin de ev tişt hate gotin: “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye”
Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.