Bi pêşnûmaya yasayî, girtina ser û çav dev li derve tê qedexekirin. Bo mînak; holîganek dikare şewqeyê bide serê xwe nikare maske rûyê xwe veşêre. Jineke misilman jî dikare serê xwe bigire lê bi cilek ê ku ji xeynê çav hemû laşê xwe pê biveşêre qedexe ye.

Ev yasa wê li cihên giştî û cihên taybet ên ji her kesê re vekirî derbasdar be. Dibistan, dadgeh, wesayîtên veguhastinê yên giştî, restoran, dikan, salonên sînema û werzişê jî di çarçoveya qedexeyê de ne.

Di nav yasayê de gelek îstisna hene. Di balafir, konsolosxaneyên herêmî û nûnertiyên dîplomatîk û perestgehan mirov dikare serçavê xwe bigire. Kî ku rêgezên di yasayê de tên behskirin binpê bike wê bi peredayînê bê cezakirin.