Li Taylandê xebata rizgarkirina zarokan didome yên ku di şikeftekê de asê mabûn. Di 24 saetan de 8 zarok hatin rizgarkirin.

Rayedarên xebatên rizgarkirina zarokan lezandin. Piştî ku zarok çûbûn şikeftê, ji ber lehiyê 12 zarok û antrenorên wan di şikeftê de asê mabûn.

Tê diyarkirin ku li ser rêya rizgarkirinê noqaran tupên oksîjenê bi cih kirine û li gorî pêdiviyên xwe bi kar tînin.