Rayedarê emniyetê yê eyaleta Nong Bua Lamphu ya li bakurê welêt Jakkapat Vijitraithaya diyar kir ku êrîşkar bi çekê û kêrê êrîş biriye ser kreşê.

Êrîş bi dema herêmî saet di 12:30’î de hate kirin. Êrîşkar piştre bi wesayitê reviya û bi wesayitê li gelek kesan qelibî.

Hate ragihandin ku di êrîşê de 32 kes hatine qetilkirin, ku herî kêm 23 ji wan zarok in.

Jakkapat Vijitraithaya got, êrîşkar polîsekî 34 salî bû û hevser û zarokên xwe jî qetil kiriye. Hate ragihandin ku zarokên hatin qetilkirin 2 û sê salî bûne.

Di Sibata 2020’î de jî efserekî ku bi fermandarên xwe re nîqaş kiribû, li sûkê 29 kes qetil kiribû.