Hefteyên dawî li Îsraîlê gelek êriş hatin kirin. Herî dawî meha derbasbûyî li Tel Avîvê êriş li dijî 5 kesan çêbû.
Êvara Pêncşemê jî êrişa çekdarî li kolana Dîzengoffê pêk hat ku gelek bar û restoran lê ne.
Servîsa lezgîn a Magen Davîd Adom a Îsraîlê diyar kir ku 6 kes rakirine nexweşxaneyekê. Hate ragihandin ku ji kesên rakirine nexweşxaneyê 2 kes mirine, 8 kesên birîndar jî têne dermankirin. Rayedaran mirina kesî piştrast nekirin.
Rayedaran nerazîbûn nîşanî rewşa kaotîk dan û ji gel xwestin ku heta êrişkar bê girtin xwe ji herêmê vegirin û li malê bimînin.
Li ser sedema êrişê hîn agahî bi dest neketine.