Nerazîbunên gelê Başûrê Kurdistanê li dijî biryara Amerîka ya li ser pêşeng û şoreşgerên her ku diçe mezin dibe. Welatiyên navçeya Teqteq a ser bi bajarokê Koyê ve bi çalakiyekê biryarê şermezar kirin.

Li ser navê welatiyan daxuyaniyek ji aliyê Dêhat Osman ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara Amerîka tenê di xizmeta çeteyên DAIŞ deye, ji ber ku Tevgera Azadiya gelê Kurd her tim li dijî siyaseta qirkirin û îmhayê ye.

Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev biryar berdewama komploya 15’ê Sibatê ye, ev jî bi berxwedana gerîla, şervanên azadiyê û pêşmergeyan hat vale derxistin. Ev tekoşîn ji bo gelên azadîxwaz bûye hêviyek mezin. Em bang li hemu aliyên siyasî, kesayet, rêxistinên civaka sivîl dikin daku li dijî vê biryarê bêdeng nemênin û helwesta xwe nîşan bidin.”