Li navçeya Tîkrît a wîlayeta Selahaddînê, duh êvarî bi wesayiteke bombebarkirî êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber teqîna li kolana Doktoran 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê. Hate gotin, rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran giran e.