Li gundê Um El Kêf ê Til Temirê ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker nûçegihanê Ronahî TV Dilya Cizîrî birîndar bû.
Nûçegihanê Ronahî TV Dilyar Cizîrî ku li Til Temirê li pey nûçeyan bû, ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Um El Kêf bi parçeyê şarapnelê yê li sînga wî ket bi sivikî birîndar bû.
Cizîrî rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê û hate emeliyatkirin.