Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk bi wesîleya Roja Mafên Mirovan li bajarê Torontoyê êrîşên li ser mafên mirovan a dewleta Tirk bi konvoya wesayîtan a 3 saetan protesto kir.

Li bajarê Toronto yê Kandayê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk bi wesîleya Roja Mafên Mirovan êrîşên li ser mafên mirovan a dewleta Tirk bi konvoya wesayîtan a 3 saetan protesto kir. Gelek kes li pêşiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk kom bûn.

Ji ber tevdîrên şewbê li bajêr zetên giran hene, ji ber vê jî bi şîara ‘Heke em nikarin dakevin qadan em ê bi wesayîtên xwe qadan tijî bikin’ li ser rêyên herî qelebalix bi qasî 3 saetan bi wesayîtan konvoy hate çêkirin.

Di konvoyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên li dijî tecrîda li ser wî hatin hildan.