Di encama qelibîna keştiyeke ya koçberan a li peravên Tûnûsê de, bi kêmanî 70 kes mirin.
Li peravên bajarê Safakesê keştiya koçber li nav noqî avê bû. Koçberên bi eslê xwe ji Efrîqayê ji Lîbyayê ketibûn ser rê.
Li gorî ajansa Tûnûs a TAP’ê, di encama qelibîna keştiya koçberan bi kêmanî 70 kes mirin, 16 kes jî ji aliyê masîvanan ve hatine rizgarkirin. Rêveberan ragihandin ku guman heye hejmara mirinyan zêde bibin.