Li gorî Reûtersê, li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Tunusê dayî keştiyeke ku nêzî 70 koçber li nav, li peravên bajarê Zarîs noqî avêbûye.
Hate ragihandin ku 4 koçber bi saxî rizgarbûne, yek ji van piştre li nexweşxaneyê miriye. Berpirsê Heyva sor Mongî Slîm, diyar kir ku ji derveyî vê ti agahiyek din li ber destê wan tine.
Di meha Gulanê de keştiyeke bi hêviya ku xwe bigihîne Ewropayê ku ji Lîbyayê ketin rê li peravên Tunusê noqî avê bûbû, herî kêm 65 koçber miribûn.