Serokkomarê Tûnûsê di 22’ê Îlona 2021’an de rayeya xwe zêde kiribû û bûbû sedem ku xebatên parlementoyê were sekinandin.

Serokkomar diyar kiribû di 25’ê Tîrmehê de referandûm û di Kanûna 2022’an de jî wê hilbijartin pêk were. Li gorî gelek partiyên siyasî dema ku serokkomar dest datîne ser hemû rayeyan û mudaxeleyan dike, ev tê wateya darbeya makeqanûnî.

Serokkomar par hikumeta Nahda ya îslamîsta siyasî ji peywirê stendibû, parêzbendiya parlementeran rakiribû û ji bo parastina saziyan artêş peywirdar kiribû.

Piştî feshkirina parlementoyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû “Geşedanên li Tûnûsê tê wateya ku demokrasî qirêjî bûye. Feshkirina meclîsê ji bo dahatûya Tûnûsê cihê fikaran e û li hemberî îradeay gelê Tûnûsê darbeyeke mezin e.”

Tevgera 25’ê Tîrmehê jî xwest bila Tevgera Nahdayê were feshkirin, derbarê endam û serokê wê lêpirsîn were destpêkirin û balyozê Tirk jî ji welat were derxistin.

27 saziyên sivîl ên civakî jî bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a di 4’ê Nîsanê de dan. Saziyan diyarkirin Tirkiye nikare di warê demokrasiyê de tiştekî bibêje û Tirkiye li hemberî rojnameger, parêzvanên mafên mirovan jî şîddetê dike.