Li gorî biryarnameya Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî ya Tûnûsê de hate weşandin, Rewşa Awarte ya ku di sala 2015’an de hatibû destpêkirin û wê di 20’ê Sibatê de bi dawî bibe, heta 31’ê Kanûna 2022’an hate dirêjkirin.

Li Tûnûsê di 24’ê Mijdara 2015’an de êrişeke bombeyî li hemberî Alaya Mûhafizên Serokkomariyê hatibû kirin û piştre Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Wê Rewşa Awarte piştre gelek caran hatibû dirêjkirin.