Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskkî ragihand Rûsya xwe kar dike ku lengergeha Odesayê bombe bike.
Odesa ku lengergeheke sereke ya Ukraynaye ye, weke bajarekî stratejîk dertê pêş. Nifûsa xwe 450 hezar e.
Zelenskî got, ”Ev ê bibe sûcekî leşekerî, sûcekî dîrokî.”
Her wiha lengergeha stratejîk a Marîupolê jî ji hêla yekîneyên Rûs ve hatiye dorpêçkirin. Hate ragihandin sivîl ji vir têne derxistin.
Şaredar Vadîm Boyçenko diyar kir bi hezaran kes birîndar bûne û got, ”Marîupol êdî nîne.”
Li gorî doktorên sînornenas elektrîk, av, zadê vê herêmê nîne.
Ketina Marîupolê wê têkilî di navbeyna hêzên Qirim û Donbassê de were danîn. Hêzen ku çûbûne Qirimê weke Bardîansk û Hersonê lengergehên girîng bi dest xistibûn.
Artêşa Rûs her wiha nêzî paytext Kîevê jî dibe. Agahî hene ku li dora paytextê şer giran e.
Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê 100 balafir, 779 tang û wesayitên zirxî, balafirxaneya di navbeyna Kîev û Lvîvê de, Starokonstantînov îmha kirine.
Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Oleksît Reznîkov got, ”Dijmin li Kîev û Harkîvê hate sekinandin.”