Şerê ku di 24’ê Sibatê de dest pê kiribû, tevî muzakereyan didome. Li gorî servîsên alîkariya lezgîn a Ukraynayê Rûsyayê li Kîevê avahiyek bomberdûman kir û herî kêm kesek mir û 12 kes jî birîndar bûne. Li derdora paytextê şerekî giran heye û hêzên Rûsyayê jî hewl didin dorpêçkirina li dora Kîevê tengtir bikin.
Balefirên Ukraynayê li herêma Donetsk da. Hate ragihandin di êrişê de herî kêm 20 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.
Rûsyayê jî roja Yekşemê li Lvîvê ya li ser sînorê Polonyayê baregeheke leşkerên biyan bomberdûman kiribû û herî kêm 35 kes miribûn.
BÎLANÇOYA ŞER
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji serê şer û heta niha 2,7 milyon kes ji Ukraynayê derketine.
Rayedarên Kîevê roja Şemiyê bîlançoyek weşandibû û diyar kiribû nêzî 1300 leşkerên Ukraynayê mirine. Moskovayê jî herî dawîn di 2’ê Adarê de bîlançoyek weşandibû û diyar kiribû 498 leşkerên wan mirine. Li gorî texmînên Pentagonê di şerê 14 rojan de di navbera 2 û 4 çar hezar leşkerên Rûsyayê mirine.
Li gorî NY jî 596 kesên sivîl mirine lê li gorî texmînan bîlançoya rastîn girantir e.
MUZAKEREYÊN NÛ
Li aliyekî şer didome û dibe ku vê Duşemê muzakereyên nû werin kirin. Kîevê diyar kir di van hevdîtinan de ew dixwazin agirbest were îlankirin û Rûsya hêzên xwe vekişîne.