Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Rawan Girkê Legê yê li Serêkaniyê şehîd bû û Hevrîn Xelef û Zagros Tolhildan hatin bîranîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê civîna bîranînê pêk anî û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Nûnerê PYD’ê yê Viyanayê Agirî Kobanê axivî û di şexsê Rawan Girkê Legê de şehîdên Rojava bi bîr anî.
Ji TEV-DEM’ê Xerîb Hiso piştre axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdên azadiyê yên Kurdistanê ew gihîştine vê demê.
Hiso anî ziman ku Kurd êdî Kurdên berê nînin û destnîşan kir ku ji niha û pê ve şer, siyaset, polîtîka û dîplomasî wê bi hev re bimeşe.
Hiso bi bîr xist ku bi saya keda şehîdan DAÎŞ hate têkbirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst wê bi heman rengî ji Rojava bê qewirandin.
