Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Viyanayê ve hate organîze kir. Kurdistaniyan ji Mûseûmsqûartîerê dest bi meşê kirin û heta Westbahnhof a Viyanayê meşiyan.
Di meşê de al, flama, pankart û posterên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.
Di meşê de al, flama, pankart û posterên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.
Çalakgeran tim û tim dirûşmên “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin”, “Leyla bi tenê nîne”, “Kujer Erdogan”, “Hezar silav ji Leyla re”, “Bijî Serok Apo” qîriyan.
Piştî daxuyaniyê, meş bi qîrîna dirûşman qediya.




