Li paytexta Ewistûryayê Viyanayê li ber Şaredariya Mezin bi xeleka mirovî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê, Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê didomin.
Kurdistaniyên ku li Viyana ya Ewistûryayê dijîn, bi organîzasyona Yekîtiya Hêzên Demokratîk hatin cem hev, li ber avahiya Şaredariya Mezin a li pêşberî avahiya Parlamentoya Netewî mirovan xelek çêkirin û çalakiya protestoyî kirin.
LI WELATÊN YE’YÊ HELWEST
Parlamentera berê ya Keskan Alev Korun ku tevlî çalakiyê bûbû bang li hikûmeta Ewistûrayê û rêxistinên civaka sivîl kir ku piştevaniyê li şaredariyên Kurdistanê yên HDP’ê bikin.
Korun li dijî bêdengiya Ewrpoayê helwest nîşan da û got, ”Dev ji têkiliyên xwe yên gemarî yên bi hikûmeta Erdogan re biqerin.”
Di çalakiyê de gelek caran hate gotin, ”Kujer Erodgan”, ”HDP namûs e, xwedî li namûsa xwe derkeve”, ”Bijî hevgirtina jinan”
