Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Kurdistanî Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dan destpê kirin.

Kurdistanî duh li Wesbahnofê li hev civiyan û bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’ û ‘Leyla Guven rumeta me ye’ hate berz kirin. Kurdistaniyên bi navê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin.

Ciwanên Kurd ragihandin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.