Kurdistaniyên li Viyanayê ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê dest bi çalakiyê kirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Awûstûrya Viyanayê, berxwedana greva birçîbûnê ya Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît didome.

Kurdistaniyên li Viyanayê jî hem ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li Viyanayê hem jî işaretê bi berxwedana greva birçîbûnê ya giştî bikin, dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê wê her roj saet navbera 11:00-16:00 li Heldenplatzê li cihekî nêzî Parlamenta Awûstûryayê kon vedin û raya giştî agahdar bikin.

Her wiha wê dosya pêşkêşî parlamentê were kirin û bi rayedarên hikumetê û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin werin kirin.