Hate diyarkirin ku li Wan û navçeyên wê di saetên serê sibê de polîs û leşkeran bi ser dehan malan de girtin.
Hate zanîn ku herî kêm 30 kes hatine binçavkirin û parêzeran da zanîn ku dibe ev hejmar bigihe 60 kesî jî.
Hate ragihandin ku kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne:
Can Goren, Erol Sari, Mesût Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdulkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bûlût Kaynak, Azat Kaya û Ozgur Dûman in.