Piştî ku hilbijartinên 31ê Adarê, ku namzêdê DM Partî Abullah Zeydan bi serket, lê YSK mazbateya şaredariyê radestî namzêdê AKPê yî kir bûyera dest pê kir.

Walîtiya Tirk ya li Wanê, ji bo 15 rojan li Wanê rewşa awarte ragihand û ketin û derketina bajêr jî qedexe kir.

Walîtiya Tirk ya li Wanê, ragihand ku heta ji 3ê Nisanê, heta bi 17ê Nîsanê, 15 rojan, her cûre, çalekî, meş, civîn û miting, civînên li cihên sergirtî û her cûre daxuyanî hatine qdexe kirin.

Di vê serdemê de ketin û derketina ji bajarê Wanê jî hatiye qedexekirin.

Pişî Walîtiya Tirk ya li Wanê, walîtiya Tirk ya Bedlîsê jî, rewaş awaret ragihand.

Walîtiya Tirk ya Bedlîsê jî got; ji 3 Nîsanê heta bi 7ê Nîsanê, her cûra çalekî, meş û miting, her cure daxuyanî, belavok û çêkirina ankêtan hatine qedexe kirin.

Walîtiya Bedlsî jê di nav rojan de, ketin û derketina bajêr jî qedexekir.