Li Şaxê 14 kes hatin destgîrkirin, li Wêranşarê 11 kes, ku di nav wan de namzetên endamên meclîsa şaredariyê ya HDP’ê jî hebûn, hatin destgîrkirin.
Li Şaxê ya Wanê ji 24’ê kesên ku 26’ê Adarê hatibûn destgîrkirin, 14 jê bi hinceta ku alîkarî dane rêxistinê hatin girtin.
Navên kesên ku hatine girtin ev in: Nîhat Babûr, Attar Ertaş, Meran Kaplan, Tajdîn Balka, Ozgur Orek, Celalettîn Orek, Fahrettîn Orek, Kasim Başkurt, Abdurrahman Semo, Mehmet Şîrîn Tucî, Hîkmet Tomay, Cemal Tomak, Skender Tafûr û Ismaîl Can.
LI WÊRANŞARÊ 11 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Li navçeya Rihayê Wêranşare jî polîsan Tirk bi ser malan de girtin û 11 kes destgîr kirin, ku di na wan de namzetên endamê meclîsa şaredariya ya HDP’ê Gazal Uluk û Halîl Orhan û rêveber û endamên HDP’ê Eyûp Turk, Alî Elbenîm, Eşref Taşkin, Haşîm Erdem, Nurettîn Erîn hebûn.