Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûr, li Saziya Malbatên Şehîdan şehîd Sema Yuce (Serhildan Leyla) di salvegara şehadetê de hat bîranîn.
Piştî rêzgirtinê, endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay, Mamosta Leyla Arzû Îlhan axivî û di kesayeta şehîd Sema Yuce de hemû şehîdên azadiyaê bibîranîn.
Leyla Arzû Îlhan got; Sema Yuce li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê, xeta teslîmîyet, xiyanet û komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo qebûl nekir. Ev şopandina xeta Rêber Apo, Mazlum Dogan û Zekiye Alkan e
Ev têkoşîna fedekarî û dilsoziya rêhevalên wek heval Sema, gelê Kurd gihande qonaxa îro ku li dinava civaka cîhanê de bi rûmetdarî cihê xwe girtiye.
Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sema Yuce hate temaşe kirin.
Bîranîn bi diruşlmeyan bi dawî bû.
Şehîd Ferhad Şiblî j, î li ser gora wî hate bibîranîn
Şehîd Ferhad Şiblî, beriya 2 salan di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de, li Silêmaniyê şehîd bûbû.
Xelkê Dêrikê û malbata şehîd Fehad, doh çûne Goristana Şehîd Xebat Dêrik û kulîlk danîn ser gora wî.
Li ser navê malbata şehîd, xalê wî Yûsif Yûsif axivî û got: Ew nûnerê azadiyê bû û di oxira azadiya gelê Kurd û demokrasiya vî welatî de, canê xwe feda kir. Em ê di riya wî hemû şehîdan de têkoşîna xwe bidomînin.