Koçberên li welatên kendavê ku bi salan e bi şertên giran ên dijmirovî dijîn, herî pir ew dikevin ber bandora pandemiya Covîd-19’ê.
Covîdê ku li hemû cîhanê bûyî sedema mirina 183 hezar mirovî herî pir bandorê li koçberên Esyayî dike ku li welatên kendavê yên hilberên petrolê dijîn. Koçberên ku bi milyonan in ji Pakîstan, Nepal, Bangladeş, Hindistan û Filîpînan tên.
Piraniya weqayên li Kuweyt, Qetar û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb li nav karkeran tê dîtin. Heta niha ji 160 kesên mirî û 26 hezar weqa yên li nav welatên Kendavê piranî jê koçber in.
Ji ber sedema pandemiyê ji ber ku qedexeya rabûna balafiran hate standin koçberên ku bi dehan salan li welatên kendavê dixebitîn nekarîn ku vegerin welatên xwe. Tê gotin li herêmê ji 100’î zêdetir koçber mirine û bi çarçowya tevdîran cenazeyê koçberan ji welatê wan re neşandine û li welatê ku xebitîne hatine veşartin.