Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 leşker mirin. Li Geverê jî di şer de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de qala van tiştan kir.

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 22’ê Tîrmehê de saet di 08.00’an de li dijî dagirkerên di navbera girên Lêlikan û Kevortê ya Xakurkê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist û ber bi êvarê ve ji qadê vekişiya.  Ev çalakî ji bo şehîdên qehreman ên Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê hate lidarxistin.

Di 19’ê Tîrmehê de saet di 02.00’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Gezrê ya Mergêzerê ya Gevera Colemêrgê operasyoneke dagirker da destpêkirin. Di navbera hêzên dagirker û hêzên me de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di 21’ê Tîrmehê de operasyonê xwe ji qadê vekişand. Dema ku agahiyên ser vê operasyonê werin bidestxistin wê were ragihandin.

BALEFIRÊN ŞER ÊN TIRK HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN KIR

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di vê çarçoveyê de, balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, di 21’ê Tîrmehê de saet di 15.00’an de balefirên şer gundên Derik, Mam Egîd û Sêdarê ya Garê, di 22’ê Tîrmehê de saet di navbera 04.00- 05.00’an de Gundê Enzê, Gundê Silê, Gundê Beriyan, geliyên Şehîdan û Zergelê yên Herêma Qendîlê, di heman rojê de saet di 16.30’an de jî balefirên şer qada Goşine ya herêma Xakurkê bomberdûman kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”