Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê 20 gardiyanan êriş birin ser çar jinên girtî.

Remziye Karadag ku tevî 3 kesan li odeya C- a Girtîgeh Girtî ya Jinan a Xarpêrtê ye bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivî û qala tundiyê kir ku gardiyanan li wan kir.

Li gorî agahiyên ku bav Salîh Karadag ragihand, komek ji 20 gardiyanan 12’ê Gulanê êriş birin ser girtiyan.

Remziya Karadag diyar kir, tevî ku dema wan a bêhnstandinê bi dawî nebû, gardiyanan ew bi zorê xistin odeyê û dema ku li ber vê rabûn, êrişî wan kirin.

Karadag ji bavê xwe re got ku ji ber lêdanê bedena wan werimiye, ew nebirine nexweşxaneyê û rapor nedane wan.

Remziya Karadag diyar kir ku gardiyan ji bo êrişî girtiyan bikin hatine perwerdekirin û demeke nêz dibe ku êriş zêdetir bibin.

Karadag bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir ku bala xwe li ser mijarê bin.