Şerê di navbeyna Israîl û Hamasê de her ku diçe girantir dibe, Nûnerê Taybet ê DYE’yê çû Israîlê.

Di operasyonên hewayî de ku li ser Şerîda Xazeyê dest pê kirî û Hamasê bi rokêtan bersiv daye, bîlanço her ku diçe giran dibe.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Hamasê yên li Xazeyê dane, heta şevê dî 122 Filistînî hatine kuştin. Rayedaran gotin ji bombabaran havîna 2014’an û wir ve ev êrîşa herî giran e û li Xazeyê bi kêmanî 900 kes birîndar bûne.

Tê gotin ji 10 hezarî zêdetir şêniyên Xazeyê ku ji ber bombebaranê bêgav mane ku malên xwe berdin xwe li avahiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) girtine.

Tê diyarkirin li Şerîaya Rojava ku di ber kontrola El Fetîh de ye, di şer de 11 kes mirine. Wezareta Tendiristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê ragihand di êrîşan de 150 kes jî birîndar bûne.

Li gorî hikûmeta Israîlê hedfa êrîşan ‘tenê Hamas û baregehên wê ne”. Diyar kir ji Duşemê û wir ve ji Xazeyê ji 2 hezarî zêdetir rokêt hatine avêtine û 90 ji 100’î yên van rokêtan bi pergala berevaniya ezmanî hatine bêkêrkirin.

Li gorî sazî û rayedarên nexweşxanê yên Israîlê di êrîşên rokêtan de 9 kes mirine.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li gel banga ji civaka netewî tê jî, got, di bombebaranê de ”Derbên giran li Hamasê hatine xistin.”

Tê diyarkirin di navbeyna Filistînî û Yahûdiyan jî pevçûn derketiye. Li gelek bajaran di pevçûnan de bi kêmanî 450 kes hatine destgîrkirin.

Her wiha beriya civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (LENY) ku Yekşemê wê were kirin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyaniyeke nû da. Li gorî daxuyanyê ya ku sefareta DYE’yê ya Israîlê dayî, Nûnerê Taybet Hady Amr duh gihaştiye Israîlê.