Şervanên QSD’ê bersiveke tund dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku êrîşî Serêkaniyê û Til Temirê kirin. Di encamê de herî kêm 15 dagirker hatin kuştin û yek jê panzer 8 wesayitên leşkerî hatin rûxandin.

Dagirkeran êrîşî gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê û gundên Til Temirê kirin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşên dagirkeriyê.

Li gundên Til Werd û Eyn El Hawa yên Zirganê di bersiva tund a şervanan de 3 wesayitên çeteyên dagirker ên ku doçka li ser bûn hatin rûxandin. Di şer de bûldozerek hate rûxandin û gelek dagirker hatin kuştin.

Li gundê Til Mihemed ê Zirganê jî QSD’ê bersiveke tund dan dagirkeran. Di şer de wesayiteke ku doçka li ser bû, du pîkap û panzereke bi tîpa BMB hatin rûxandin. Di şer de herî kêm 15 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gundê Erbaîn ê Til Temirê jî dagikeran hewl dan xwe berdin herêmê û şervanên QSD’ê êrîşa wan têk birin. Di şer de gelek dagirker hatin kuştin.