Li herêma navçeya Xurmatû ya Başurê Kurdsitanê çeteyên DAIŞ’ê êrişî artêşa Iraqê kir, piştî şer êriş hate pûçkirin.

Li gorî agahiyên Berdevkê Hêzên Heşbî Şebî yên Bakur Elî Haşimî dane Rojnews’ê, şevê din li herêma Zerge ya rojavayê navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê çeteyên DAIŞ’ê êrişî artêşa Iraqê kir û şer di navbera herdu aliyan de derketin.

Elî Haşimî eşkere kir ku hêzên Heşbî Şebî çûne alîkariya artêşa Iraqê û bi hev re êriş pûç kirine. Haşimî da zanîn ku di dema şer te ti ziyan bi wan nebûye û got ku di derbarê ziyana çeteyên DAIŞ’ê de jî ti agahî di destê wan de nîne.

Berdevkê Hêzên Heşbî Şebî yên Bakur Elî Haşimî eşkere kir ku piştî ku şer bi dawî bû û hêzên wan vegeriyan li gundê Bîr Ehmed a herêma Zerge mayînek bi hêza Sedir a Heşdî Şebî ve teqiya û di encamê de 2 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn.