Li başûrê Yemenê êrişî baregeheke leşkerî ya Al-Anadê hate kirin. Di êrişê de herî kêm 30 leşkerên alîgirên hikumetê mirin û 50 leşker jî birîndar bûn.

Berdekê leşkerên alîgirên hikumetê Muhamed El Naqîp ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku 30 leşker mirine û 56 leşker jî birîndar bûne.

El Naqîp diyar kir ku êriş ji aliyê Hûssiyan hatiye kirin.