Li herêma Marîbê ya li bakurê Yemenê şerekî giran qewimî. Li gorî çavkaniyên ser bi hêzên hikumetê ve di nava 48 saetên dawî de herî kêm 65 şervan hatin kuştin.

Li gorî AFP’ê, rayedarekî leşkerî diyar kir ku 22 ji kesên hatine kuştin ji hêzên hikumetê ne, 43 jî ji Hûsiyan e.

Herêma Marîbê li bakurê welêt yekane cih e ku di destê hêzên hikumetê de maye. Li gel bangên hêzên navneteweyî yên ji bo agirbestê jî bi mehan e şer li vê derê diqewime.

Piştî paytext Sana sala 2014’an kete destê Hûsiyan şerekî hilweşîner dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikumetê yên bi piştgiriya Erebistana Siûdî, li aliyê din jî Hûsî ku piştgiriyê ji Îranê digirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Netweyên Yekbûyî jî ragihand ku bi milyonan kes neçar mane koç bikin û nifûsa welêt li ber birçîbûnê ye. Neteweyên Yekbûyî her wiha Yemen weke ew welat îlan kiribû ku krîza herî giran a mirovî lê heye.