Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Yewnanîstanê ve hatin dayin, agir bi 3 gundên li dora paytext Yewnanîstanê ketiye.
Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 5 kes ji ber şewatê mirine, bi dehan kes jî birîndar bûne. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da, li herêma Rafîna ya bi 40 kîlometreyî dûrî paytext Atîna ye, di wesayita xwe de şewitî hate dîtin.
Hikumeta Yewnanîstanê ji ber şewatê banga alîkariyê li Yekîtiya Ewropayê kir. Serokwezîr Aleksîs Çîpras serdana xwe ya li Bosna Hersekê nîvco hişt û vegeriya Yewnanîstanê.