Li Lûsakayê ya ku paytexta Zambiyayê ye cenazeyê 27 koçberan hate dîtin.
Li gorî nûçeya Reûtersê rayedarên polîsên diyar kirine dibe ku ev koçber ji Etîyopyayê ne û ji ber ‘birçîbûn û bêhewatiyê’ jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê polîsan Danny Mwale ji BBC’yê re axivî û diyar kir li gorî texmînên wan koçberan di wesayîtê de ji ber tunebûna oksîjenê jiyana xwe ji dest dane.
Hate diyarkirin koçberek bi saxî filîtiye û niha tê tedawîkirin. Li gorî tespîtên pêşîn yên jiyana xwe ji dest dane hemû mêr in û temenê wan di navbera 20-38 salan de ne.
Koçberên ji Etîyopyayê ji Başûrê Efrîkayê dixwazin biçin welatên dewlemend. Zambiya jî yek ji van welatan e ku li ser rêya wan e.
Li Malaviyê jî rayedaran di meha Cotmehê de goreke komî dîtibû. Di vê gora komî de 25 koçberên ji Etîyopyayê hebûn.