Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, akademîsyenên Kurd li ser rewşa Kurdî ya li Elmanyayê konferansek li dar xistin.

Konferans ji aliyê Kurd-Akadê ve hate organîzekirin û doh li Zanîngeha Bîelefeldê pêk hat.

Enstîtuya Kurd li Elmanyayê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewropayê piştgirî dan konferansê. Bi komîteya amadekar Dersîm Dagdevîren, Fevzî Ozmen û Abdulqadîr Ûlûmaskan li konferansê axivîn.

Dagdevîren diyar kir ku gelek ziman li ber tinebûnê ne û got, “Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku li ser sînorê tinebûnê ye.”

Ûlûmaskan jî got, “Hêvîdar im ku konferansa me wê bibe alîkar ji encamgirtin û pêşketinê re.”

Pedagog Hacîre Genç, Prof. Dr. Abdulrahman Gulbeyaz, mamosteyê Kurdî, Xiyaseddîn Zaroj Stêr, Kurdolog Dr. Luqman Guldivê, Mamoste Ronî Stêrk, Parlamentera Partiya Keskan a Eyaleta NRW’ê Berîvan Aymaz qisekerên konferansê bûn û nêrîna xwe li ser mijarê anîn ziman.