Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala xwendinê ya 2023-2024`an nûbûnek di zanîngehan de pêk anî.

Di Zanîngeha Rojava de Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî ji hev cuda bû. Bû 3 fakulte; Fakulteya Ziman û Wêje di nava xwe de 3 beşan dihewîne (wêjeya Kurdî, wêjeya Erebî, werger), Fakulteya Zanistên Civakî (felsefe, civaknasî, jineolojî, dîrok, erdenîgarî) û Fakulteya Hunera Bedew.

Di Zanîngeha El Şerq de Fakulteya Zanistên Bijîşkî bi 3 beşan hat vekirin (laborator, extra eşaa (radyolojî), çavdêriya giran).

Bi vî awayî hejmara fakulteyan li Zanîngeha Rojava bû 12 û 3 peymangeh.

Li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte û 5 peymangeh hene û li Zanîngeha El Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.

Li piraniya zanîngehan perwerdehî 16’ê îlonê dest pê dikin.