Li pênc herêmên li bakurê welêt ku nifûsa xwe 5.1 milyon kes e, rewşa awarte hate ragihandin.

Bahoza roja Yekşemê dema ku gihîşt Zelanda Nû bêbandor bû, lê ji ber ba û baranê dar ketin, xisar li rê û xetên elektrîkê bû.

Li gorî daxuyaniya polîsan, kesekî di dema bahozê de di keştiyê de bû, winda bû.

Serokwezîr Chrîs Hîpkîns bang li gel kir ku xwe amade bikin û ji malê dernekevin.

Serokê Saziya Rewşa Lezgîn a Neteweyî Roger Ball ragihand ku ji ber bahozê eletkrîk li ser 58 hezar kesî qut bûye.