Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn.

Çalakî, di roja 115’an de berdewam dike.

Ji bo bibin dengê girtiyan li gelek navendan jî dayikan çalakiya Nobeda Edaletê, dan despê kirin.

Çalaki zêdetirî 100 roj in li 8 navendan pêk tê.

Dayikên Amedê 106 roj in çalakiya xwe didomînîn.

Çalakî li avahiya DBP’ê rêxistina navçeya Baxlarê pêk tê.

Dayikên Berxwedêr li Amedê tevlî kongreya MED TUHAD-FED’ê bûn. Banga tevlibûna Newroza Amedê kirin.

Li Wanê jî beşdarên Nobeta Edaletê bi diruşmeyên ”Bîjî Serok Apo” nobeda xwe domandin.

Li Mêrdînê jî dayikan banga rakirina tecrîdê kir.

Nobeda Edaletê li Batmanê jî bi biryardarî dewam dike. Çaleger Nobeta xwe li qadê Newrozê domandin.

Li Îzmîrê jî, li avahiya DEM Partî ya rêxistina navçeya Buca 44 roj li pey xwe hişt.

Nobeta Edaletê, li Mersîn, Edene û Stenbolê jî dewam dike.