Şêniyên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ku êrîşên dewleta Tirk lê didomin, diyar kirin ku ew naxwazin xaka xwe biterikînin, lê belê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mane.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Rojava didomin. Navçeya Zirgan a Serêkaniyê yek ji hedefên sereke yên êrîşên dewleta Tirk a dagirker e. Rewşa dawî ya li navçeyê nûçegihana me Rûken Cemal ragihand. Cemal diyar kir, li bajarê ku bi hawan û tankên dewleta Tirk tê bombekirin bêdengî heye. Beşek ji şêniyên navçeyê nikarin ji malên xwe derkevin, beşek jî neçar man ku koç bikin.

Li gorî agahiyên ku Rûken Cemal ragihand, şêniyên navçeyê naxwazin warê xwe biterikînin, lê belê dibêjin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane. Li navçeya Zirganê ku balafirên keşfê timî digerin di navbera dewleta Tirk û şervanên QSD’ê de li hin deveran şer diqewime.