Li Iraqê çalakiyên protestoyê ku destpêka Cotmehê heftiyekê dom kirî, piştî ku hikûmetê sozên xwe bi cih neanîn,  çalakî êvara Pêrşemê dîsa dest pê kirin.

Piştî ku çalakî li Bexdayê û li bajarên Şiî yên başûrê welêt berbelav bûn, Ayetullah Elî Sîstanî banga aramiyê kir. Sîstanî ji bo ku pêşî li kasoê were girtin banga ‘aramiyê’ hem li çalakgeran û hem jî li hêzên ewlehiyê kir.