Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Nasir Meimûn Îsî got: “Hebûna lihevkirinek îranî, tirkî û qeterî, ji xwepêşendanên li Misirê, êrîşên li dijî Aramko li Sûdiyê û keştiyên petrolê li nêzî beravên Îmaratê, ne dûr in. Gelê misirî naxwaze bûyerên Çileya 2011`an dubare bibin.”
Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Dr.Nasir Meimûn Îsî girêdayî xwepêşendanên dawîn ên li Misir, têkiliyên Tirkiyê û Qeterê, êrîşên li dijî avahiyên petrolê li Sûdiyê di hevpeyvînekê de bi ajansa me re, axivîn.
Navaroka hevpeyvînê wiha ye:
Rastiya xwepêşendanên li Misirê çi ye? Gelo ev xwepêşandan gelêrî ne yan jî ji derve ve têvedayî ne û delîlên wê çi ne?
Bûyerên ku li Misirê rû didin, ji xwepêşadanên sînordar ên ji hêla hinek ciwanên ku ne girêdayî tu aliyek siyasî ne û yên ku bi guhertina aborî bandor bûne, çapameniya Tirkiyê û Qeterê bi rêya weşandina vîdyoyên nerast hewl dan rewşê gur bikin. Kanala El-Cezîre piştî wê ew vîdyo derewand. Ruxmî wê jî lê dîmenek ji nerazîbûna gelêrî ya çîna xizan û ya ku bi awayekî yekser bi ecamên guhertina aborî bandor bûne, dimîne. Lê, gel bi giştî naxwaze bûyerên Çileya 2011`an ji windabûna ewlehiyê û hilweşandina aborî dîsa dubare bibe.
Gelo çima çapemeniya tirkî û qeterî girîngî didin van xwepêşendanan? Gelo destê her du dewletan di wan de heye? Rola Ixwan Muslimîn tê de çi ye?
Capemeniya dijberî Misirê (tirkî û qeterî ) tişta ku dixwest pêk bînin, di kesê bi navê Mihemed Elî de û tiştên ku weşandine dîtin (heta ku hinek wan her du aliyan ji vedîtina wî dûr nabînin) da ku pergala Misirê berovajî bikin, rewşa ewlehiyê bihejînin û tevliheviyê di navbera mirsiyan de belav bikin. Ji bo ku nerazîbûnek gelêrî li dijî pergalê bi afrînin. Ji ber wê kanalên her du dewletan wêne û vîdyoyên ne nerast weşandin ku gelê Misirê li hember pergala Misirê serîhildaye mîna ku di Çileya 2011`an de kirine. Lê hindek çalakvan û kesên pirspor nerastiya wan dimenan eşkere kirin. Ji ber wê Kanala El-Cezîre lêborîna xwe ji weşandina wan dîmenan xwest. Lê dîsa jî bedîlek din dît da ku karê xwe di belavkirina tevliheviyê de û nîşan bike ku rewşa welêt ji bin kontrola pergala heyî derketiye berdewam bike.
Ixwan Muslimîn jî mîna her car şêniyan sor dikin da ku derkevin kolanan. Lê dîsa jî xwe dide alî û ew baş dizane ku êdî zemîna wê li cem gelê Misirê nemaye. Ji ber wê li paş berdeyê disekine û bi Tirkiyê û Qeterê re hewl dide gel têvedin kolanan. Bi texmîna min derketina wê ji qadê re dê her coşek gelêrî ji rabûna gel re rawestîne. Ji ber ku ciwan û partî jî ji kirinên koma ixwanan di bûyerên Çileya 2011`an de fêr bûne.
Gelo Erdogan dê çi ji hilweşandina Sîsî bi dest bixe? Hêviyên Erdogan ji dijminahiya Misir û Sûdiyê çi ne?
Çapemeniya tirkî û qeterî li du nûçeyên ku derewên ku xizmeta her du dewletan dikin ne rast dibezin. Weke ku tê zanîn Qeter wek leşkerekî xizmeta desthilatdariya Tirkiyê û rêxistinên islamî yên tund mîna Ixwan Muslimînan dike û diparêze. Ji hevkariya xwe armanc dikin ku hevalbendiya erebî ya ku li hember timayên Tirkiyê û Qeterê disekine hilweşînin.
Ji bo Tirkiyê mijar cuda ye, ji ber ku mijar heta radeyekê kesayetî ye. Erdogan bi serokê Misirê re serhişkiya xwe û karînên gelê xwe bi kar tîne da ku isbat bike ku ew bi hêz e, xelîfeyê muslimanan e û sultana wî bi hebûna serokek bi hêz mîna serokê Misirê temam nabe. Lê ew bi Qeterê re li hev dike û daxwazin rêxistina navdewletî ya Ixwan Muslimînan pêk tîne ji ber ku endamekî wê ye.
Têkiliya di navbera xwepêşendanên Misir û hedefgirtina Aramko li Sûdiyê de çi ye? Gelo ew hewldaneke ji bo têkbirina hevalbendiya dewletan a boykutkirina Qeterê ye? Gelo kî sûd ji vê digire?
Dibe ku têkiliyek di navbera hedefgirtina keştiyên petrolê li Kendava Ereban, hedefgiritina Şirketa Aramko de, tehdîda rojane li ser mizexetkirina cîhanî ya petrolê û xwepêşendanên dawîn ku ewlehî û aboriya herêma Rojhilata Navîn tehdîd dike hebe. Dibe ku bibe sedema parçebûna hevalbendiya erebî ya li dijî Qeterî û bilindkirina nirxa petrolê ku di encamê de rojava zextê li Emerîka bike bi vê yekê zexta wê li ser Îranê sivik bibe. Li gel van hemûyan ez dûr nabînim ku lihevkirinek îranî, tirkî û qeterî ji bo afirandina wan bûyeran hebe.
Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan her tim dibêje; tişta ku bi serê Mursî hatiye ji bîr nake, gelo çima Erdogan wisa dibêje? Rola wî di bûyerên li dewletên erebî de mîna Misir û Sûriyê heta Lîbyayê jî çi ye?
Rola Tirkiyê û armancên wê di Sûriyê de gelek diyar in. Ew bi fobiya avakirina dewleteke kurdî ketiye. Eger pêk were dê texta hikuma wî bihejîne. Ji ber ku ev mijar dê li bakur Sûriyê, başûrê Tirkiyê û bakurê Îran û Iraqê belav bibe. Dê dewleteke berfireh be û li gel zengînbûna wê bi berhemên binerd, dê bibe dewletek herêmî bi hêz û dibe ku texta Osmanî ya ku Erdogan pê xeyal dike tune bike.
“Tişta ku bi Mursî hatiye ji bîr nakim” Erdogan baş dizane ku tiştek ji bilî emrê xweda bi Mursî nehatiye. Lê ew li ser ritma ku mirîdan û kesên bi xewna ixwanî serxweş in dikûşîne distêre. Her wiha dixwaze dijminek nerast(wehmî) bi afirîne da ku bala hemûyan ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn ji hilweşandina nirxa lîreya tirkî, parçebûnên ku di partiya wî de çêdibin bikşîne. Ne tenê ew lê belê ji avakirina damezirînerên partiya wî yên ku wî gihandine desthilatdariya Tirkiyê, tovika partiyek nû ku dibe texta osmanî hilweşînin.
(şx)
ANHA