Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet herêma Cizîrê û Firatê 31`ê Cotmehê ragihand ku wan hemleya Bagera Cizîrê bi awayekî demkî sekinand. Paşê 11`ê Mijdara 2018`an der barê ji nû ve destpêkirina hemleya Şerê Tinekirina Terorê de daxuyaniyek ji raya giştî re da.
Di vê çarçoveyê de berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah der barê ji nû ve destpêkirina qonaxa dawî ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de ji bo rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker hişt ku hemle bê sekinandin
Lîlwa El-Abdullah di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku wan ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker hemleya Bagera Cizîrê bi awayekî demkî sekinand û ev tişt anî ziman: “Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Girê Spî, kantona Kobanê û Cizîrê me hemleya xwe sekinand. Ji bo şervanên me li dijî êrîşên wan bisekinin me ew şandin wan herêman.”
Lîlwa diyar kir ku çeteyan DAIŞ`ê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û sekinandina hemleyê sûd wergirt û wiha dewam kir:”Piştî ku me hemleya xwe sekinand, çeteyên DAIŞ`ê ev yek ji xwe re wek zemînekê dît. Hemû hêza xwe kom kirin û êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Sûd ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê û rewşa hewayê wergirtin. Lê şervanên me her tim hişyar bûn. Li dijî êrîşên wan sekinîn û hemû êrîşên wan têk birin.”
Piştî civînan koalîsyonê dest bi dewriyeyan kir
Lîlwa got ji bo êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê werin sekinandin, ew wek QSD`ê bi fermandariya hêzên koalîsyonê re li dijî çeteyên DAIŞ`ê di nava têkiliyan de bûn. Lîlwa diyar kir ku civînên wan bi koalîsyonê re bi encam bûn, koalîsyonê dest bi dewriyeyên hevbeş li ser sînor kir û diyar kir ku ew ji hemû êrîşan re amade ne. Her wiha Lîlwa diyar kir ku wan hêzên xwe li ser sînor bi cih kirin û dest bi dewriyeyan ji bo aramiya şêniyên herêmê kir.
Êrîş erka me ya rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê ranawestînin
Lîlwa teqez kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê erka wan a rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê ranawestîne, dê herêmên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û domdarî got: “Em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ji hemû êrîşên ku dixwazin îradeya gelê me bişikînin û destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan û berxwedana şervanan hatine bidestxistin, binpê bikin, amade ne.”
Berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah di dawiya axaftina xwe de got hemleya wan bi hêza îradeya gel dest pê kir, dê bi îradeya şervanan bi ser bikeve, çeteyên DAIŞ`ê dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî werin tinekirin.