Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe ku bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin.

Ann Lînde bersiv da nameya ‘Koma Piştevaniya Kurdan’ ku ji parlamenterên 8 partiyan pêk tê û jê dixwest li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Lînde spasiya parlamenteran kir ji ber hesasiyeta wan.

Lînde anî ziman ku ew jî xwedî heman fikarane û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê fikarane û got, “Di çend hefteyên dawî de min dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê û zilma li Kurdan û hindikahiyan dike şermezar kir.”

Lînde destnîşan kir ku dagirkerî li dijî peymanên navneteweyî ye, wê herêmê bêhtir nearam bike û dikare li herêmê bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin.

Lînde bi bîr xist ku Swêdê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandiye û ji bo welatên Ewropayê jî heman tiştî bikin mijar xistiye rojeva Yekîtiya Ewropayê. Lînde destnîşan kir ku ew ê mijarê bişopînin û rewşa li Rojava jî ji nêz ve dişopînin.

Piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrişên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava kir, li Swêdê 17 parlamenterên “Koma Piştevaniya Kurdan” nameyek ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde re şandibûn û ji wan xwestibûn ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê tedbîran werbigirin.