Lubnan û Îsraîl ku bi rengekî fermî şerê hev dikin, du sal in bi navbeynkariya DYE’yê didin û distînin. DYE’yê ragihand ku ji bo lihevkirinê ‘gaveke dîrokî’ hatiye avêtin. Aliyê Lubnanê jî pêşniyar bi gotina ‘têrker e’ pênase kir.
Van welatên cîran destpêka Cotmehê di mijara projeya lihevkirinê de kêfxweşiya xwe parve kiribûn. Îsraîlê hefteya derbasbûyî roja Pêncşemê hin ji daxwazên Lubnanê yên ji bo sererastkirinê red kiribû.
Danûstandinan piştre jî dewam kirin û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd vê Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku wan xwe gihandine peymaneke ‘dîrokî’.
Li gorî Lapîd peyman wê ewlehiya Îsraîlê zêde bike, her wiha bi milyaran dolarî li aboriyê zêde bike û sînorê bi Lubnanê re yê li bakur wê aram bibe.
Peyman wê vê Çarşemê destpêkê pêşkêşî desteya ewlekariyê ya Îsraîlê, piştre jî radestî hikumetê û parlamentê bê kirin.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, peyman ferz dike ku çavkaniya gazê ya Karîşê radestî Îsraîlê bê kirin, rezervên Kana yên li bakur rojhilat jî ji Lubnanê re bên hiştin.
Lê belê beşek ji çavkaniya Kanayê ji ber ku ji sînorê gengaz derbas dibe, dewleta Îsraîlê ê beşek ji hatineyê ji bikaranîna Kana werbigire.
JI ÎSRAÎLÊ WÊ GAZ BER BI EWROPAYÊ VE BÊ HERIKANDIN
Di demekê de ku Yekîtiya Ewropa ji ber şerê Ûkraynayê dixwaze ji neçariya gaza Rûsyayê rizgar bibe di nava lêgerînan de ye, Îsraîl li ser çavkaniya Karîş hesaban dike. Tê xwestin ku ji vê çavkaniyê gaz be bi Ewropayê ve bê herikandin.
Şîrketa Energeanê ku ji bikaranîna çavkaniya Karîşê berpirsyar e û li borsa Londonê para xwe heye, diyar kir ku ji bo girêdana bi xaka Îsraîlê ve testan destpê kiriye.
Di Tîrmehê de Yaîr Lapîd ji Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwestibû ku ji bo hêsanîkirina peymanê bandora xwe bi kar bîne. Tê payin ku şîrketa petrolê ya Fransayê Total li Kanayê keşfê bike.
Berevajî çavkaniya Karîş, çavkaniay Kana hînê nehatiye aktîfkirin û pêwîstiya xwe bi hîn bêhtir lêkolînê heye.